Partiyên Kurdî li Bakur pistevaniya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin

25 September 2021 14:59 0 dîtin
Partiyên Kurdî li Bakur pistevaniya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin

PeyamaKurd – Pênc Partiyên Kurdî li Bakurê Kurdistanê, bi daxuyaniyeke hevpar piştevaniya xwe ya ji bo encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin.

Partiyên PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK û TEVGER ragihandin:

Referandûma Serxwebûnê û encamên wê meşrû ne û em îro jî piştgirîyê lê dikin

PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGERê bi minasebeta 4emîn salvegera Referandûma Serxwebûnê roja 25.09.2021ê li Cemîyeta Rojnamevanan a Diyarbekirê civîneke çapemenîyê li dar xistin.

Di destpêka civîna çapemeniyê de, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek , bixêrhatina nûnerên ragihandinê û beşdaran kir û bal kişand ser girîngiya referandûma serxwebûnê.

Paşê,  Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser navê PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGERê ev daxuyaniya hevbeş xwend:

Referandûma Serxwebûnê û encamên wê meşrû ne û em îro jî piştgirîyê lê dikin

Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe) û li navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê ya meşrû, li ser biryara Parlamentoya Kurdistanê , bi awayekî demokratîk li dar ket.

Beşdariya referandûmê ji %72, rêjeya dengên ‘Erê ji bo serxwebûnê’ jî ji %92.73 bû.

Weke tê zanîn, Emerîka, Rûsya, Ewropa û gelek dewletên cîhanê, ji Parlamentoya Kurdistanê daxwaz kiribûn ku referandûm bê tecîlkirin. Lê mixabin alternatifeke berbiçav jî radestî Kurdan nekirin.

Dewletên wek Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê jî, ne bes li dijî referandûmê derketin; herwiha di pêvajoya referandûmê de û piştî referandûmê ji bo ku rê li ber encamên referandûmê bê girtin jî, çi ji destên wan hat kirin û bi hev du re planeke hevbeş ya têkbirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê meşandin.

Li gel neteweya Kurd hemû gelê Başûrê Kurdistanê, li gel hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derekî û navxweyî , bi cesaret,  bi biryardêrî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %92.73 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê. Neteweya Kurd û hemû gelê Başûrê Kurdistanê, bi pêkhateyên xwe ve, rûmeta xwe parastin û daxwazên xwe ji dinyayê re eşkere kirin. Vê helwesta gelên  Başûrê Kurdistanê bi rêyên demokratîk îlankirina îradeya meşrû û rewa ya neteweya Kurd bû.

Di 4emîn salvegera Referandûma Serxwebûnê de, em him referandûmê û him jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din jî îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeya gel Başûrê Kurdistanê dikin.Serxwebûn mafekî meşrû yê gelê Kurdistanê ye.

Wan hêz û aliyên ku bi plan, bi  hewldan û bi tehdîtên xwe nikarîbûn rê li ber referandûmê bigirin, bi alîkariya beşek ji Kurdan û bi destê  hêzên idin Kerkûk û  nevçeyên ku mijara madeya 140î ne hatin dagirkirin. Dagirkirina Kerkûkê û êrîşa 16yê Cotmehê, binpêkirin û tune hesibandina îradeya meşrû, ya demokratîk û neteweyî ya gelên Başûrê Kurdistanê bû. Em careke din jî dagîrkirana Kerkûkê û dagîrkirina ji %45î zêdetirê xaka Başûrê Kurdistanê rûreş dikin.

Hêvî û daxwaza me ji partîyên sîyasî û ji Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku, li îradeya neteweya Kurd û pêkhateyên Kurdistanê û encamên referandûma 25e Îlona 2017an xwedî derkevin û ji bo bicîkirina encamên referandûmê têbikoşin. Bi tifaq û yekgirtineke neteweyî û xurt li hemû destkeftîyên heyî, yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin. Hêza Pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêş de bibin, dezgehên nû yên hevbeş ava bikin.

Lêxwedîderketina îrade û encama Referandûma Serxwebûnê ya ku di 25ê Îlon a 2017ê de li dar ket, divê em weke  erk û watiniyên neteweyî, niştimanî qebûl bikin.

 

25.09.2021

- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

- Partîya Demokrat a Kurdistanê -Bakur (PDK-Bakur)

- Pêlkurd

- Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

- Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger)