Pistî ku Çînê ragihand dê li giravê tetbîqatan bike, Taywanê sînor asê kir

26 February 2025 16:00 0 dîtin
Pistî ku Çînê ragihand dê li giravê tetbîqatan bike, Taywanê sînor asê kir

PeyamaKurd – Piştî ku Çînê ragihand ku dê 32 balafir li derdora Taywanê bi cih kirine û li herêmeke bi qasî 40 mîlên deryayî (74 kîlometran) dûrî başûrê giravê “tetbîqata leşkeri agirpêketî” pêk bîne, Wezareta Parastinê ya Taywanê got ku hêzên deryayî, esmanî û bejayî şandin herêmê da ku “bersivên guncaw bidin.”

Wezaretê destnîşan kir ku artêşa Çînê “bi eşkere normên navneteweyî bin pê kiriye da ku li herêmeke perwerdehiyê ya 40 mîlî deryayî li peravên Kaohsiung û Pingtungê tetbîqata leşkeri pêk bîne bêyî destûrê ji me bixwaze.”

Daxuyaniyê weha dewam kir:

“Ev tevger ji bo ewlehiya firînên navneteweyî û keştiyên li deryayê metirsiyeke cidî pêk tîne. Ev jî provokasyonek eşkere ye ku ewlehî û aramiya herêmê dike hedef.”