Parêzgeha Wanê navça Baskale, ji bo 2 hefteyan herêma qedexekirî ragihand
PeyamaKurd – Li navça Elbakê (Başkale) ya bi ser bajarê Wanê, çûnûhata hinek deveran ji bo 2 hefteyan hat qedexekirin. Biryar, ji aliyê parêzgeha Wanê de hat dayîn.
Ciyên ji bo 2 hefteyan hatine qedexkirin; Karsız Tepe, Kanlı Geçit Sırtı, Beyazpur Tepe, Sivri Tepe, Avcılar Tepe, Sivritaş Tepe, Tozlu Sırtı, Art Tepe, Uçdere û Bedi Sırtı ne ku navên wan yên Kurmancî nehatine ragihandin.
Qedexe di navbera 18ê Cotmehê û 1ê Mijdarê de ye. Kesên herin ciyên navborî û an ji wan ciyan derên, divê îzna hêzên ewlehiyê, qemeqamiyê û parêzgehê bistînin. Bi îhtîmaleka mezin wê ciyên navborî operasyona ser PKKê bêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin