Parêzgeha bajarê Wanê kirina çalakiyan 5 roj qedexe kir
PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Wanê li nav bajêr û navçên wê, ji bo 5 rojan kirina çalakiyan qedexe kir. Qedexe di navbera 9-13ê Cotmehê de ye.
Li gor biryara parêzgehê; di nav rojên navborî de, ji bilî çalakiyên ku parêzgeh û qeymeqamî îznê bidin wan, meş, civînên meydanê û ciyên sergirtî, civîna çapemeniyê, rûniştin, vegirtina konan, kirina anketan, danîna stendan, kampanya îmzayan, belavkirina belavokan, broşur û îlanên desta û her cûre tevgerên protestoyê qedexe ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin