Parêzgeha bajarê Sirnexê ji bo 3 rojan kirina çalakiyan qedexe kir
PeyamaKurd - Parêzgeha bajarê Şirnexê ji bo 3 rojan, ji roja 15ê Cotmehê û pê de qedexeya kirina çalakiyan ragihand. Di van 3 rojan de civîna sehayên servekirî, meş, civîna çapemeniyê, vegirtina konan û tevgerên wekî wan qedexe kir.
Qedexe ji 15 ê Cotmehê seet ji 00.01an destpêdike û heya 17ê Cotmehê seet 23.59an dewam dike.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ‘Dayîkên Aştiyê’ dê ji bo 3 rojan çalakiyan bikin, wê ji bajarên din kes li navça Silopiya meş bikin, daxwuyaniyê bidin û kon vegirin.
Ji ber van sedeman, wê her cûre çalakî nên kirin, ji bo çalakiyan, divê îzna parêzgehê, asayîşê û qeymeqamiyan bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin