Li bajarê Mûsê, qedexeya kirina çalakiyan ya ji bo 3 rojan hat ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Mûşê ji bo 3 rojan kirina çalakiyên siyasî qedexe kir. Qedexe di navbera 11-13e Cotmehê de ye.
Çalakiyên ku parêzgeh û qeymeqamî îznê bidin wan ne di nav de, çalakiyên din yên wekî meş, ragihandina çapemeniyê, vekirina stendan, vegirtina konan, civîna çapemeniyê, civînên meydanê û ciyên ser girtî, vêxistina meşale, greva birsê, rûniştin, kampanya îmzayan, konferans û çalakiyên wekî wan hatin qedexekirin.
Kesên bixwazin yek ji van çalakiyan bikin divê ji parêzgehê û li navçan ji qeymeqamiyan îznê bistînin.
Qedexe di 11ê Cotmehê seet ji 00.01ê destpêdike û heya 13ê Cotmehê, seet 23.59an dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin