Li bajarê Wanê qedexeya kirina çalakiyan ji bo 4 rojan hat dirêjkirin

04 February 2023 19:10 0 dîtin
Li bajarê Wanê qedexeya kirina çalakiyan ji bo 4 rojan hat dirêjkirin

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Wanê û navçên wê ji sala 2016an heya niha her cûre çalakî ji aliyê parêzgehê de hatine qedexekirin. Îro jî parêzgeh ragihand ku qedexeya kirina çalakiyan 4 rojên din hatiye dirêjkirin. Di nav çalakiyên qedexekirî de meş, ragihandina çapemeniyê, tevgera rûniştinê, kirina anketan, vegirtina konan, danîna stendan, kampanya îmzeyan, belavkirina belavokan û bruşuran û hwd. tev hatine qedexekirin.

Qedexe ji 5 ê sibatê destpêdike û roja 8 ê sibatê jî di nav de 4 roj hatiye qedexekirin. Îzna kirina çalakiyan bi îzna parêgehê ve hatiye girêdan.