Parêzgeha bajarê Wanê ji bo 2 rojan çalakiyan qedexe kir

22 December 2023 23:01 0 dîtin
Parêzgeha bajarê Wanê ji bo 2 rojan çalakiyan qedexe kir

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Wanê civînên meydanî û kirina çalakiyan ji bo 2 rojan hat qedexekirin. Biryar ji terefê Parêzgeha Wanê de hat dayîn. Biryar bi armanca berlêgirtina bûyerên siyasî yên ji terefê muxalefetê de bên kirin hat dayîn.

Biryara qedexeya çalakiyan ji 23ê yê Kanûna 2023an destpêdike û roja 24ê Kanûnê jî dewam dike. Wedexe ji bo temamê navçe û jîngehên di nav sînorê bajarê Wanê de ye.