Li navça Elbak (Baskale) a Wanê, hinek dever ji bo 15 rojan hatin qedexkirin

01 November 2024 21:38 0 dîtin
Li navça Elbak (Baskale) a Wanê, hinek dever ji bo 15 rojan hatin qedexkirin

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Wanê biryarê da ku hinek deverên navça Elbakê (Başkale), wekî herêmên ewlehiyê ragihîne.

Biryar, ji bo 2-16ê Çiriya Pêşîn (Sermawez) e û deverên destnîşankirî ji bo çûnûhatê hatine qedexekirin an ku çûnûhatina deveran bi îzna îdarî û leşkerî ve hatiye girêdan.

Deverên hatine qedexekirin navên wan yên Kurmancî nehat zanîn lê bi navên ku Tirkiye li wan daniye;  Karsız Tepe, Kanlı Geçit Sırtı, Beyazpur Tepe, Sivri Tepe, Avcılar Tepe, Sivritaş Tepe, Tozlu Sırtı, Art Tepe, Uçdere, Bedi Sırtı ne.

Li deverên navborî bi îhtîmaleka mezin wê operasyonan bikin ser PKKê.