Li navça Elbakê (Baskale) guran êrîsê ajalan kir: 100 mîh mirin

29 May 2024 20:39 0 dîtin
Li navça Elbakê (Baskale) guran êrîsê ajalan kir: 100 mîh mirin

PeyamaKurd -  Li bajarê Wanê li navça Elbakê (Başkale) li gundê Sualtıyê li mezra Dereboyu ku navê wan yên bi Kurmancî nehat zanîn, guran êrîşê miyan kirin. Di encamê de guran 100 miyan kuştin û 15 miyan jî birîndar kirin. Keriyên gura bi mudaxeleya şivanan ji deverê reviyan.

Bûyer îro li zozanê Navşiyan ber destê sibê çêbû. Li ser bûyerê tîmên navçê yên çandiniyê û daristanê çûn ciyê bûyerê da rapora bûyerê binvîsin.