Fransa: Divê li Helebê sîvîl bên parastin û teref li pey hûqûqa navdewletî herin
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Fransayê ragihand ku divê li Helebê sîvîl bên parastin û li pey hûqûqa navdewletî herin. Wezaret her weha got ku Fransa pêşdeçûnên leşkerî yên li Helebê dişopîne.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku pêwiste terefên li herêmê li pey hûqûqa navdewletî herin û xelkê sîvîl biparêzin.
Fransa got ku di ser destpêka şerê Sûriyê de 13 sal derbas bû divê di çarçova biryara konseya ewlehiya Neteweyên Yekgirtî ya jimare 2254an de, ji bo çareseriya siyasî bibe, komîta destûra Sûriyê zûtir dest bi civînên xwe bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin