Mesrûr Barzanî bi Nûnera NY re civiya: Divê rêkeftina Singalê weke xwe bê bicihkirin

14 February 2021 18:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Nûnera NY re civiya: Divê rêkeftina Singalê weke xwe bê bicihkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di civînê de behsa rewşa Iraqê, pêşhatên dawî yên danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de û mekanîzmayên çareserkirina pirsgirêkan hatin guftûgokirin, bi taybetî bicihkirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî ya sala 2021an.

Her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin û maf û hêjayîyên darayî yên Herêma Kurdistanê bên dabînkirin.

Di mijareke din a civînê de, tekezî li ser girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê hate kirin ku divê weke xwe were cîhbicîhkirin, ji bo vegerandina ewlehî û aramî bo deverê.