Mesrûr Barzanî Victroia Tailor civiyan: Divê derfeta çareseriyê neyê jidestdan

12 October 2023 19:14 0 dîtin
Mesrûr Barzanî Victroia Tailor civiyan: Divê derfeta çareseriyê neyê jidestdan

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Cotmehê li Hewlêrê pêşwazî li Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Tailor kir.

Hate ragihandin ku di civînê de, hatiye destnîşankirin ku divê mûçexurên Herêma Kurdistanê jî wekî mûçexurên din ên Iraqê bi rengekî asayî û bê arîşe mûçeyên xwe bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê webigirin.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê û deverê û girîngî û pêdiviya çareserkirina bingehîn a kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hatin axaftin.

Hate diyarkirin ku piştî  serdana vê dawiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, derfeteke erênî ji bo çareserkirinê hatiye pêş ku pêwîste neyê windakirin.

Di civînê de, herdu alî hevnêrîn bûn ku divê mûçexurên Herêma Kurdistanê jî wekî mûçexurên din ên Iraqê bi rengekî asayî û bê arîşe mûçeyên xwe bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê webigirin.

Herwiha hate gotin ku pêwîste destpêkirina şandina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê di zûtirîn demê de, bê kirin.

Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê rêz li sîstema federalî ya Iraqê û qewareya Herêma Kurdistanê bê girtin û mafên tevahiya pêkhatên Iraqê parastî bin.