Sanda AKPê serdana Navenda Gistî ya HDPê kir
PeyamaKurd – Şandeke AK Partiyê ya bi seroktiya Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag, di çarçoveya danûstandinên bo projeyasaya guhertina destûrê ya laçikê de, serdana Navenda Giştî ya HDPê kir.
Hat zanîn ku di serdanê de, Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag, Wekîlê Serokê Ak Partiyê Mustafa Elîtaş û cîgirê Serokê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz cî girtin û ji aliyê berdevka HDP Ebru Gunay û wekîlên serokê HDPê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç ve hatin pêşwazîkirin.
Şanda AKPê berîya HDPê jî îro 2yê Mijdarê li ser heman mijarê serdana partiyên CHP û ÎYÎ Partiyê kiribû.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag, daye xuyakirin ku ew dê di encama şêwra ligel partiyên opozîsyonê de biryara dawî li ser projeyasaya guhertina destûrî ya laçik (hîcab) bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin