Wê sanda AKPê car din serdana HDPê bike
PeyamaKurd – Seroka Koma Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Parti) li Parlamentoya Tirkiyeyê Ozlem Zengin, li ser projeyasaya guhertina destûrê ya bo laçika jinan got ku ew dê careke din serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bikin.
Zengîn derbarê hilbijartinên giştî de jî da xuyakirin ku piştî meha Nîsana bê dibe biryara hilbijartinê bê standin, ew jî nabe hilbijartineke pêşwext ku li gorî dema asayî meha hilbijartin di Hezîranê de wê bihata kirin.
Li ser guhertina destûrê ya bo laçika jinan jî Zengîn got ku ew dê ji bo wergirtina piştgiriya 400 parlamenteran car din serdana partiyên opozîsyonê bikin û ji bo serdana HDPê jî wiha got:
"Piştî sersalê em ê van serdanan bikin. Em ê biçin HDPê. Divê zemînê pêwendiyan baş bê danîn. Heta niha me ji ti partiyekê nebihîstiye ku bêjin, laçikê qedexe bikin. Mebesta me ew e ku bêyî çûna referandûmê bi dengê 400 parlamenteran em vê yasayê derbas bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin