Soylu li Diyarbekirê serdana avahiya HDPê kir

13 September 2019 17:34 0 dîtin
Soylu li Diyarbekirê serdana avahiya HDPê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Diyarbekirê serdana malbatên li ber avahiya HDPê bi hinceta ku zarokên wan şandina çiyê di çalakiya rûniştinê de ne kir.

Soylu ku ji bo beşdariya cenazeyên teqîna Pasûrê çûye Diyarebekirê li ber avahiya HDPê ji malbatan re got ku wî silavê Serokomarê Tirikiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan anîne û îdia kir, “Her kes dizane rêxistinên HDPê zarokên bêguneh ên van dayikan dibe nav rêxistina terorê.”

Îro Berdevkê HDPê Gunay Kubîlay jî li ser çalakiya malbatên li ber avahiya HDPê ya Amedê gotibû, “Daxwaza malbatan a li ber partiya me daxwazek mafdar e. Daxwaza me jî ew e ku tiliya kesî xwîn nebe. Bila rê li pêşiya aştiyeke civakî û mayînde vekin û her kes bi saxlemî vegere malên xwe.”