Li Peyas a Diyarbekirê molotof avêtin avahiya HDPê

08 November 2021 18:32 0 dîtin
Li Peyas a Diyarbekirê molotof avêtin avahiya HDPê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li navçeya Peyas a Diyarbekirê şevê din rastî êrîşeke bi molotofan hatiye.

Hat diyarkirin ku avahiya navçeya Peyamê ya HDPê ku li taxa Hûzûrevlerê ye, şevê din ji aliyê hin kesên nehatine naskirin ve bi çar molotofan êrîş lê hatiye kirin.

Rêveberên HDPê dibêjin, wan êrîşkaran xwestine agir berdin tevahiya avahiyê, lê agir bi fitîlên 2 molotofên hatine avêtin neketiye û agir bixwe vemiriye.

Hat ragihandin ku HDPê hêzên polîsên Diyarbekirê ji bûyerê agahdar kirine û lêkolîn li cihê bûyerê hatiye kirin.