Molotof kokteyl avêtin balyozxana Tirkiyê ya Marsîlyayê
PeyamaKurd – Balyozê Tirkiyê yê bajarê Fransayê yê Marsilyayê Arda Ulutaş ji bo AA yê ragihandiye ku do 6 kesên bi maske molotof kokteylê avêtine avahiya balyozxana Tirkiyê ya Marsilyayê û reviyane. Ulutaş ragihandiye ku xebatkarên balyozxanê çawa pêl butona hawarê kirine, polîsê Fransayê yekser çûne ciyê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.
Ulutaş ragihandiye ku birîndar û zerara maddî çênebûye û her wext di polîsê Marsîlyayê re di nav têkiliyan de ne. Ne diyare bê bûyer bi çi armancê û ji aliyêkî de hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin