Balyozxana Tirkiyê sibê (14.12.2024) li Samê vedibe
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di bernameyekî televizyona NTV de ragihand ku wê li Şamê, balyozxana Tirkiyê sibê an ku di 14.12.2024an de deynin. Fidan got ku heyet derketiye rê û wê heyeta balyozxanê sibê bigihê Şamê.
Fidan got ku wê sibê balyozxane dest bi karê xwe bike û balyoz bi xwe jî di nav heyetê de ye. Îro li Ankara konferansa balyozan ya Tirkiyê hebû û Fidan weha dewam kir:
“Burhan Beg balyozê me yê Morîtanyayê bû. Hatibû konferansê. Çawa konferans qediya me ew şand Şamê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin