Nûnerê leskerî yê Tirkiyê li Samê dest bi kar kir

05 March 2025 19:13 0 dîtin
Nûnerê leskerî yê Tirkiyê li Samê dest bi kar kir

PeyamaKurd – Tirkiyê nûnerekî leşkerî ji bo karûbarên Sûriyê destnîşan kir.

Balyozxaneya Tirkiye ya Şamê ragihand, Efserê Muqedem Hasan Goz ku ji bo nûnertiya karûbarên leşkerî yê Sûriyê hatiye erkdarkirin, dest bi karê xwe kir.

Balyozxaneya Tirkiyê ya Sûriyê li ser tora medya civakî Xê eşkere kir, Muqedem Hasan Goz weke nûnerê karûbarên leşkerî li Şama paytexta Sûriyê dest bi karê xwe kiriye.

Herwiha hate diyarkirin ku wê hemhengiya leşkerî di navbera Tirkiyê û Sûriyê de berdewam bike.