Atase yê leskerî yê Tirkiyê li balyozxana Samê dest bi karê xwe kir

04 March 2025 23:51 0 dîtin
Atase yê leskerî yê Tirkiyê li balyozxana Samê dest bi karê xwe kir

PeyamaKurd – Her diçe Tirkiye xwe ji aliyê leşkerî û dîplomatîk de li Sûriyê bicîh dike. Îro jî li balyozxana Şamê ya Tirkiyê ataşe yê leşkerî Yarbay Hasan Göz dest bi karê xwe kir. Ragihandin ji aliyê balyozxana Tirkiyê ya Şamê de hat kirin.

Balyozxana Tirkiyê ya Şamê di ser hesabê xwe yê medya civakî de, li ser mijarê weha ragihand:

“Ataşe yê me yê leşkerî yarbay Hasan Göz bi fermî dest bi karê xwe yê Şamê kir. Bi biryarê me Sûriyê re, hevkariya me ya leşkerî bi awayekî xwurt dewam dike.”