Hêzên Hikûmeta Samê êrîsî xaleke leskerî ya Tirkiyê kirin

12 June 2021 15:31 0 dîtin
Hêzên Hikûmeta Samê êrîsî xaleke leskerî ya Tirkiyê kirin

PeyamaKurd – Hêzên Hikûmeta Şamê, êrîşî xaleke leşkerî ya Tirkiyê li çiyayê Erbiîn a Idlibê kirin.

Li gor Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, hêzên Hikûmeta Şamê bi moşekan êrîşî xaleke dewleta Tirk li Mezeraf a çiyayê Erbiîn kir.

Herwiha şeva din hêzên hikûmetê û çeteyên Tirkiyê, li eniya Hereş Beynên li Bakurê Idlibê hev du topbaran kirin.

Li aliyekî din çeteyan bi gelek moşekan bajarokê Kenseba li Çiyayê Ekrad li başûrê Laziqiyê kir armanc.

Li gorî çavdêriyê, di encama van êrîşan de 4 sivîl hatin kuştin.

Li aliyekî din jî artêşa Tirkiyê, gelek xalên leşkerî yên nû di rojên derbasbûyî de ava kirin.