Îsraîl: Li ser sînorê Lubnanê molotof hat avêtin

14 August 2023 11:39 0 dîtin
Îsraîl: Li ser sînorê Lubnanê molotof hat avêtin

PeyamaKurd – Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin, gumanbarekî li herêma Metula ya li ser sînorê Lubnanê nêzî têla sînor molotof avêtiye têlan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di encama çalakiyê de xisareke sivik li yek ji kolberên li qada ku têl lê hebû de rû daye.

Ji aliyê din ve di çapemeniya Îsraîlê de hat eşkerekirin, çalakî ji aliyê "hêmaneke Hîzbullahê" ve hatiye organîzekirin û leşkerên Îsraîlê jî ji bo hişyariyê gule berdan hewayê.

Piştî ku Îsraîl di sala 2000î de ji başûrê Lubnanê vekişiya, ewlekariya sînorê 120 kîlometreyî di bin kontrola Hêza Aştiyê ya Demî ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) de derbas bû.

Peyva "Xeta Şîn" ji bo sînorê di bin kontrola UNIFIL de tê bikaranîn û UNIFIL li tevahiya herêmê dewriyeyê digere da ku ewlehiyê pêk bîne.