Li navça Peyas a Diyarbekirê brûskê li orta rê xist

15 March 2023 23:12 0 dîtin
Li navça Peyas a Diyarbekirê brûskê li orta rê xist

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê barana zêde bû sedema rabûna lehiyê û hemwelatî û hem erebe bi zorê xwe gihandin sitargehan an malên  xwe. Lê bûyera balkêş ew bû ku brûskê li orta rêya 75 metre xist û di rê de gelek alav hebûn.

Brûska ku li rêya 75 metre li bûlwara Mahabadê xist ti zerar û ziyanê negihand xelkê an alavên wan. Di dema brûskê li rê da, hemwelatiyekî wêneya li jorê kişandibû.