Li navça Çinar a Diyarbekirê 2 malbat li hev xistin û 10 kes birîndar bûn

02 December 2024 23:16 0 dîtin
Li navça Çinar a Diyarbekirê 2 malbat li hev xistin û 10 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li navça Çinarê li gundê gundê Koxanê ( Alancık)ê du malbatên eqrebayên hev li ser pirsgirêka arazî bi dar û keviran li hev xistin. Di pevçûnê de 10 kes birîndar bûn. Malbatên li hev xistin paşnavên wan yên Tirkî Solmaz û Çetiner in

Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar cendrime û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan û cendirme rêyên çûn û hatina gund girt.

Ji bo îfadên wan bigrin hinek gumanbaran birin qereqolê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.