Li Diyarbekirê li navça Rezan li ser araziyê netapokirî li hev xistin: 4 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Rezan du malbat xwestin erdê bê tapo bajon lê li serê li hev nekirin û di navbera wan de ewilî munaqeşe derket û paşî biçekan li hev xistin. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan.
Bûyer, li taxa Bağcilarê ya bi ser navça Rezan de çêbû. Pevçûn di navbera kesên xwestin erd bajon E.K. S.K û M.D., C.D., F.D. A.D. de çêbû. Pevçûn serê siba bi dar û keviran û piştî nîvro bi çekan dewam kir.
Di bûyerê de 3 bira M.D., F.D., A.D. û biraziyê wan an xwarziyê wan C.D. birîndar bûn.
Lêpirsîna pevçûnê ji aliyê polîs de dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin