Li navça Yenisehir a Diyarbekirê 2 grûb bi sîlihan li hev xistin: 2 kes birîndar bûn

17 August 2024 16:32 0 dîtin
Li navça Yenisehir a Diyarbekirê 2 grûb bi sîlihan li hev xistin: 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Yenişehirê li taxa Kooperatifê li kolana Rizvan Ağa du grûbên dijberên hev bi çekan li hev xistin. Di encamê de kesên bi navên H.N. û A.N birîndar bûn.

Polîs û tîmên tendursitiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxanên bajêr.

Polîs ji bo gumanbaran bigre, ket pey wan û lêkolîna li ser bûyerê dewam dike.