Li navça Kusadasi du grûb li hev xistin: kesekî mir û yek jî  birîndar bû

02 March 2025 00:10 0 dîtin
Li navça Kusadasi du grûb li hev xistin: kesekî mir û yek jî  birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Aydınê li navça Kuşadasiyê du grûb bi çekan li hev xistin û di encamê de kesekî mir û yek jî birîndar bû. Bûyer seet di 21.00an de çêbû û li ser bûyerê polîs 4 kesan xist bin çav.

Di pevçûnê de Uğur Denli û M.F.Ö. giran birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û her du birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Kuşadasıyê. Uğur Denli li nexweşxanê can da û dermankirina M.F.Ö. dewam dike lê jiyana wî di talûkê de ye.

Li ser bûyerê hêzên asayîşê D.M., M.S.D., F.K. û E.E. xistin binçav û 2 gumanbarên din yên bi navên U.T. û M.C.Ö. ji bo desteserkirina wan xebat dewam dikin.