Li Amedê du grûb li hev xistin û kesekî birîndar bû

24 May 2024 22:59 0 dîtin
Li Amedê du grûb li hev xistin û kesekî birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê, li navça Sûrê li taxa  Cami Nebi, du grûb pevçûn û paşî bi çekan li hev xistin. Di pevçûnê de kesê bi navê B.B. ji çîmê (çaq) xwe birîndar bû. Li ser agahdarkirinê, tîmên polîsan û yên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Piştî mudaxeleya tîmên tenduristiyê, bi ambûlansê birîndar birin nexweşxanê. Polîs dixebite da kesên tevî pevçûnê bûne bigre.