Li navça Licê ya Amedê 2 grûb li hev xistin: 2 pismam can dan
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Licê li gundê Ulucakê di navbera du grûban de şer derket û di encamê de Cevat Oğuz (39) û Muzaffer Oğuz (49) bi sîlihan hatin kuştin. Gumanbarê bi navê R.M. hat desteserkirin.
Li ser agahdarkirina cendrimeyan û tîmên tenduristiyê, dema çûn ciyê bûyerê dîtin ku her dû kurmam jiyana xwe ji dest dane.
Cenazên kurmaman ji bo otopsiyê birin Tiba Edlî ya Diyarbekirê û piştî otopsiyê li navça Reza li goristana Yeniköyê defin kirin.
Di lêpirsînê de gumanbarê bi navê R.M. ji aliyê tîmên cendirmeyan de hat desteserkirin. Di lêgerîna navnîşana R.M. de, demançeyekî, 3 tiving û fişekên wan hatin girtin.
Piştî gumanbar derxistin dadgehê, dadgeh gumanbar şand zîndanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin