Li Diyarbekir navça Reza 2 grûb lihev xistin: 2 birîndar

10 July 2022 00:21 0 dîtin
Li Diyarbekir navça Reza 2 grûb lihev xistin: 2 birîndar

PeyamaKurd – Li Diyarbekir li navça Reza di nav 2 grûban de pevçûn derket û bi dar, kevir û kêran lihev xistin. Di encamê de 2 kes birîndar bûn. 2 kes ji şer reviyan û xwe sipartin kesên li çayxanê rûniştibûn. Her 2 kes ji kuştinê rizgar bûn û xelk wan parast heya polîs çû ciyê bûyerê û her 2 kesan teslîmê polîsan kirin.

2 kesên birîndar bûn wan bi ambûlansan birin nexweşxanê lê sedema pevçûna wan nehat fêmkirin.