Li Nisêbînê 2 grûb pevçûn û kesekî birîndar bû

13 February 2025 00:13 0 dîtin
Li Nisêbînê 2 grûb pevçûn û kesekî birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê li taxa Selahaddînî Eyyûbî di navbera 2 grûban de pevçûn derket. Di encamê de kesekî birîndar bû.

Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Kesê birîndar bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya navça Nisêbînê.

Sedema pevçûnê nehat zanîn lê polîs li ser bûyerê lêkolîna xwe dewam dike.