Li Midyadê du grûb pevçûn û 2 kes birîndar bûn

21 January 2025 23:40 0 dîtin
Li Midyadê du grûb pevçûn û 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Midyadê li taxa an gundê 0rtaçarşiyê di navbera du grûban de pevçûn derket û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Sedema pevçûnê nehat zanîn lê her dû kesên birîndar bûn yên bi navên M.E.T. (21) û Ö.Ş. (26), ji aliyê polîs û tîmên tenduristiyê de birin nexweşxana dewletê ya navça Midyadê. Lêpirsîna li ser mijarê dewam dike.