Li navça Semrex a Mêrdînê 2 grûb pevçûn: 2 birîndar

04 October 2024 22:08 0 dîtin
Li navça Semrex a Mêrdînê 2 grûb pevçûn: 2 birîndar

PeyamaKurd – Li navça Şemrexê ya bi ser bajarê Mêrdînê li gundê bi navê Tarlacıkê ku navê gund yê bi Kurmancî nehat zanîn, di navbera 2 grûban de pevçûn derket û paşî bi çekan li hev xistin.

Di encamê de kesên bi navên Hamza D.(40) û Süleyman Y.(43) birîndar bûn. Li ser gilîkirinê, tîmên lezgîn yên 112an û cendimeyan çûn ciyê bûyerê.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Mêrdînê ya perwerdê û lêkolînê.