Li navça Stewra (Savur) Mêrdînê du grûb pevçûn: 2 kes birîndar bûn

20 January 2025 22:36 0 dîtin
Li navça Stewra (Savur) Mêrdînê du grûb pevçûn: 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li nav Stewrê (Savur) li taxa Safayê di navbera du grûban de pevçûn derket û di encamê de kesên bi navên M.Ç. û Ö.B. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana perwerdê û Lêkolînê ya bajarê Mêrdînê. Sedema pevçûna her dû grûban nehat zanîn.