Li navça Çinar a Diyarbekirê du malbat li hev xistin: 2 kes kustî û 3 kes birîndar bûn

30 August 2024 22:47 0 dîtin
Li navça Çinar a Diyarbekirê du malbat li hev xistin: 2 kes kustî û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Çınarê li gundê Xitmêran (Öncülü) di navbera du malbatan de pevçûn çêbû û bi çekan li hev xistin. Di encamê de 2 kesên bi navên Muhammed Mustafa (39) û biraziyê wî Akın Değer (16) mirin û 3 kes birîndar bûn.

Bûyer, ber destê êvarê qewimî. Sedema lihevxistina her dû malbatan nehat zanîn lê her dû malbat eqrebayên hev in. Di bûyerê de 5 kes birîndar bûn lê piştî tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, birîndaran birin nexweşxanên bajêr û her dû kesên navborî li nexweşxanê can dan.

Dermankirina birîndaran li nexweşxanan dewam dike û ji bo bûyer zêde nebe, cendrime li gund tedbîrên xwe girtine.