Ekrem Îmamoglu tê Mêrdînê: Ew ê bi DEM Partiyê re bicive
PeyamaKurd – Ekrem Îmamoglû dê bê Mêrdînê û bi Hevserokên Giştî yên DEMê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari re li dijî tayînkirina qeyûman bicive.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji bo li dijî tayînkirina qeyûmên şaredariyan derkeve wê bê Mêrdînê û bi Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari re hevdîtinê bike.
Piştî qeyûm tayînkirina qeyûman li Mêrdîn, Batman û Xelfetiya Rihayê, Îmamoglu bi rêya sekreterê xwe yê taybet bi Navenda Giştî ya DEMê re têkilî danî û bi hevserokên giştî yên DEMê re hevdîtin kir û xwest ji bo vê rojê bicivin. Navenda Giştî ya DEMê bersiveke erênî da daxwaza hevdîtinê û parve kir ku ji ber qeyûm tayîn kirine hevserokên DEMê hatine Mêrdînê.
Li ser vê yekê hate zanîn ku Ekrem Îmamoglû dê sibê bê Mêrdînê û bi Hevserokên Giştî yên DEMê Bakirhan û Hatîmogullari re hevdîtinê bike. Hîn ne diyar e bê Îmamoglu dê kengî bê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin