Der barê Ekrem Îmamoglu de lêpirsîn hat destpêkirin
PeyamaKurd – Serdozgeriya Stembolê ragihand ku der barê serokê şaredariya bajarê mezin ê Stembolê, Ekrem Îmamoglû de lêpirsîn daye destpêkirin.
Serdozgeriyê bi vî awayî daxuyanî da:
“Der barê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stembolê Ekrem Îmamoglû de lêpirsîn hatiye vekirin ji ber gotinên wî yên tehdîdkar ku îro (20.01.2025) di bernameyeke televîzyonê de li dijî Serdozgerê Komarê yê Stembolê birêz Akin Gurlek û malbata wî de kirine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin