Der barê Ozgur Ozel de lêpirsîn hat destpêkirin

29 November 2024 14:08 0 dîtin
Der barê Ozgur Ozel de lêpirsîn hat destpêkirin

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Haberturkê, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel de ji ber heqaret li Serdozgerê Stembolê Akin Gurlek kiriye lêpirsîn dayw destpêkirin.

Ozel piştî serdana Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku li şûna wî qeyûm hatibp tayînkirin, der barê Gurlek de ev gotin bi kar anîn:

“Akin Gurlek, tu yê bi qasî sûcê xwe erdê bişewitînî. Li qanûnê vegere, bikeve nav sînorên makeqanûnê, li gorî talîmatên hatine dayîn, sûcê neke. Poşman bibe, îstifa bike, li bajarekî bi rûmet wek parêzer bixebite.”

Li pêşberî raya giştî bêje “ez poşman im”, bila tu kes destê xwe bi te neke, em ê bibin mîsogeriya pêşeroja te. Bi namûsa xwe simîtan bifroşe, lê bi paşeroja gel û welatekî nelîze. Yan na dawiya we te ne xêr e.”

Serdozgeriya Stembolê li ser van gotinan dest bi lêpirsînê kiriye.

Serdozgeriyê der barê Ozel de bi îdiaya “ji ber wezîfeya wî bi eşkereyî heqaret li memûrekî dewletê kiriye” û “kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine kiriye hedef” lêpirsîna fermî dahe destpêkirin.

Hat ragihandin ku piştî tespîta di çarçoveya lêpirsînê de bê kirin, ji bo der barê Ozel de raporê amade bike dê dosya ji Serdozgeriya Enqereyê re bê şandin.