Bakirhan li ser lêpirsîna derbarê wî de hatiye destpêkirin daxuyanî da

08 November 2024 12:01 0 dîtin
Bakirhan li ser lêpirsîna derbarê wî de hatiye destpêkirin daxuyanî da

PeyamaKurd – Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê derbarê Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan û Serokê DEMê yê parêzgeha Mêrdînê Mehmet Mihdî Tunç de lêpirsîn da destpêkirin.

Tuncer Bakirhan, derbarê mijarê de li ser hesabê fermî yê DEMê daxuyanî da û got, "Ev geşedan dema ku bi pêkanînên qeyûman re were nirxandin, mixabin nîşan dide ku ji berê ders nehatine girtin."

Bakirhan diyar kir ku Wezareta Karên Navxweyî "ji rayeya xwe derbas kir û xwe xist şûna darazê" û ev tişt anî ziman:

"Min di axaftina xwe de bal kişand ser pêkanînên dijhiqûqî û diyar kir ku gel li pêşberî van êrîşan serî natewîne. Min bal kişand ser bîranîna têkoşîneke dîrokî, kesayetên girîng ên berê hatin qetilkirin bi bîr anî û destnîşan kir ku polîtîkayên şîdetê çareseriyê nayne. Di vê çarçoveyê de gotina Seyîd Riza ya, 'Min nekarî bi derew û hîleyên we li ber xwe bidim, ev ji bo min bû derd, lê min serî li ber xwe danenî bila ev jî ji we re bibe derd" min parve kir.

Îro jî ev axaftina min a ku hat berovajîkirin, bi mebesta ku bibe sedema karekî din ê dijhiqûqî tê bikaranîn. Wezareta Karên Navxweyî bi vê axaftina min hewl dide raya giştî bixapîne û ji rayeya xwe derbas bike û xwe di pozîsyona darazê de bi cih bike."

"Divê ev bêhiqûqî ji holê rabe"

Bakirhan anî ziman ku divê Tirkiyeyeke bê pevçûn û demokratîk bê avakirin û wiha got: “Ez weke siyasetmedarekî ku 30 sal in di siyaseta demokratîk de israr kiriye û tevî hîle, îşkence û zindanan jî dev jê bernedaye, ez dibêjim divê ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin. Divê dest ji pêkanînên emanetê berdin û rêz li vîna gel bê girtin. Divê ji bo aşitiyê di pirsgirêka Kurd de di zûtirîn dem de gav bên avêtin û dawî li polîtîkayên şer û tundiyê bê. Divê pêvajoya diyalog û muzakereyê ji nû ve bê destpêkirin û Tirkiyeyeke bê pevçûn û demokratîk bê avakirin."

Yên ku dixwazin ji pirsgirêka Kurd re çareseriyeke demokratîk bibînin, divê li ser rêya aqilekî hevpar tevbigerin.” Bakirhan got, “Divê Wezareta Karên Navxweyî demildest dest ji pêkanînên derqanûnî yên ku daye destpêkirin berde. Ger ew ê lêpirsînê bide destpêkirin, divê li dijî kesên ku civakê bi derew û buxtanan dixapînin û manîpule dikin, destpê bike. Em dizanin ku bi heman armancê ji berê heta niha gelê Tirkiyeyê wenda kiriye. Em ê rê nedin ku ezmûnên bi êş dubare bibin."