Derbarê teqîna Stenbolê de lêpirsîna terorê hat destpêkirin
PeyamaKurd – Şeva borî li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, di avahiyekê de teqînekê rû dabû û piştî teqînê jî şewat derketibû ku 2 ji wan 3 kesan can dabû.
Parêzgariya Stenbolê di daxuyaniya yekem de, sedema teqînê wekî gaza nav avahiyê nîşan dabû û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Saziya Belavkirina Gaza Stenbolê IGDAŞê jî ragihandibûn ku sedam teqînê ne gaz e, ji ber ku di wê malê de girêdana gazê tune bûye.
Piştî van nîqaşan îro 10ê Cotmehê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê teqîna li taxa Fikirtepe ya Kadikoy a Stenbolê de, lêpirsîna terorê da destpêkirin.
Herwiha hatiye ragihandin ku di encama çend teqînan de agir bi avahiyê ketiye û du zarokên ji Ozbekistanê û kesekî din jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin