Derbarê Galîp Ensarîoglu de lêpirsîna 'terorê' dan destpêkirin
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê ji bo parlamentarê berê yê AKPê Galîp Ensarîoglu ji ber beşdariya taziyeya şervanekî YPGê li Diyarbekirê lêpirsîna terorê da destpêkirin.
Li gorî zanyariyan Ensarîoglu li ser banga serdozgeriyê doh çûye serdozgeriyê li ser mijara taziyeya sala 2015an a li navçeya Dicle ya Diyarbekirê îfadeya xwe daye.
Galîp Ensarîoglu ku siyasetmedar û karsazekî naskirî yê Diyarbekirê ye, di xulên 24 û 26an de du serdeman parlamentarê AKPê yê Diyarbekirê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin