Derbarê yekem saredarê nû yê DEM Partiyê de lêpirsîna siyasî hat destpêkirin

13 May 2024 16:31 0 dîtin
Derbarê yekem saredarê nû yê DEM Partiyê de lêpirsîna siyasî hat destpêkirin

PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê, derbarê Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak de, lêpirsîna “propagandeya rêxistina terorê” da destpêkirin.

Hate ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bi hinceta "propagandeya rêxistina terorê" derbarê Hevserokê Dêrsimê Cevdet Konak yê DEM Partiyê de lêpirsîn daye destpêkirin û hatiye xwestin Konak îfada xwe bide.

Hêjayî gotinê ye, Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin ku di serdema nû de dibe yekem şaredar ku lêpirsîn derbarê wî de piştî hilbijartinan tê destpêkirin.