DEM Partiyê di derbaraê Saredarê xwe yê Qoserê de lêpirsîna dîsiplînê da destpêkirin

02 August 2024 13:37 0 dîtin
DEM Partiyê di derbaraê Saredarê xwe yê Qoserê de lêpirsîna dîsiplînê da destpêkirin

PeyamaKurd – DEM Partiyê ragihand ku wan di derbarê Hevşaredarê xwe yê Qoserê Zeynî Îpek de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) ragihand ku wan biryar standiye ku di derbarê Hevşaredarê navçeya Qoserê ya Mêrdînê Zeynî Îpek de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin.

Di daxuyaniya partiyê de hat diyarkirin ku der barê Îpekê de gilî hene û dê di demeke kin de lêpirsîn bi dawî bibe û raya giştî bê agahdarkirin.

Daxuyaniya DEM Partiyê ya di derbarê mijarê de wiha ye:

“Ji gilî û belgeyên ku di derbarê Hevşaredarê me yê Qoserê Zeynî Îpek de gihiştine Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk, hatiye dîtin ku Îpak, li dijî bername, rêgez û nirxên sincî yên partiya me tevgeriyaye. Ji ber vê sedemê di derbarê wî de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.”

Di dawiya daxuyaniya DEM Partiyê de hate ragihandin ku wê encamên lêpirsîna dîsîplînê ya ku wê di demeke kin de biqede, wê bi raya giştî re jî bê parvekirin.