Ji bo axaftina derbarê Sêx Seîd IYI Partîyê Ensarîoglu da dîsîplînê

12 December 2023 18:24 0 dîtin
Ji bo axaftina derbarê Sêx Seîd IYI Partîyê Ensarîoglu da dîsîplînê
Peyama Kurd - İYİ Partîyê, ji ber axaftina wî ya di derbarê Şêx Seîd de, di derbarê parlamenterê xwe yê Stenbolê Salim Ensarîoglû de pêvajoya dîsîplînê da destpêkirin.
Berdevkê İYİ Partiyê Kurşat Zorlu ragihand ku ji ber îfadeyên wî yên li ser medyaya civakî yên der barê Şêx Seîd de, der barê parlamenterê wan Salim Ensarioglu de pêvajoya dîsîplînê hatiye destpêkirin.
Zorlu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da anî ziman ku tu peywendiya gotinên Salim Ensarîoglu bi partiyê ra nîne û wiha got, "Bi fermana seroka me, di derbarê Salim Ensarîoglu de pêvajoya dîsîplînê ya pêwîst hat destpêkirin."
Parlamenterê Kurd yê İYİ Partiyê Salim Ensarîoglu der barê nîqaşên li ser binavkirina kolaneke Amedê bi navê Şêx Seîd wiha gotibû: "Di van demên dawî de di nîqaşên ku li ser kolaneke ku navê Şêx Seîd Efendîyê ku yek ji nirxên me yê herî giring e lê hatiye kirin dest pê kirine de dijûnên li Şêx Seîdê ku yek ji nirxên civakî û olî yê herî girîng ê herêmê ye red dikim