Parlamenter Ensarîoglu ji ber helwesta dijî Sêx Seîd ji IYI Partiyê îstifa kir

15 December 2023 19:34 0 dîtin
Parlamenter Ensarîoglu ji ber helwesta dijî Sêx Seîd ji IYI Partiyê îstifa kir

PeyamaKurd – Parlamentarê Stenbolê yê IYI Partiyê Mehmet Salîm Ensarîoglu, piştî ku ji ber xwedî derketina wî ya li Şêx Seîd partiyê ew da dsîplînê, ji IYIPê îstifa kir.

Ensarîoglu, li ser hesabê xwe yê medya civakî "X" ragihand ku di nav 6 salên borî de, di têkoşîna wan a bi îdiaya rastgiriya navendê de, ji gotin û daxuyanîyên nedemokratîk re hezkiriyên wî tolerans nîşan dane. Kongreya 3. a partiyê nîşan da ku partîyê dev ji îdiaya rastgiriya navendê û nasnameya demokratîk berdaye.!

Herwiha Ensarîoglu bal kişand ser daxuyaniyên xwe yên piştî heqaretên hin aliyan, xwedîderketina li Şêx Seîd û got: “Ev helwest nîşan dide ku tehemûla partîyê ji nêrînên cuda û nasnameya demokratîk re nemaye. Ji ber vê jî sedemên ku ez pê hatime nav IYI Partiyê ji holê rabûne.”

Ensarîoglu dawiyê got: "Ji ber rêza min a li heqiyê, ji îro pê de îstifaya xwe ya ji IYI Partiyê pêşkeşî raya giştî dikim."