Platforma Kedê devdirêjîyên li dijî Sêx Seîd bi tûndî sermezar kir
Peyama Kurd - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî devdirêjîyên nîjadperestî yên ku piştî derkete holê ku navê Pêşeng û Serhildêrê Kurd ê dîrokî Şêx Seîd li Kolaneke Amedê hatiye kirin bertek nîşan da.
Platformê bi daxuyanîyeke çapemenîyê xwedî li Şêx Seîd derket û devdirêjîyên nîjadperestî bi tûndî şermezar kir.
Di daxuyaniya ku bi dehan nûnerên saziyên sivîl, alîyên siyasî û beşên civakî di nav de cih girtin de, wiha hate gotin:
“Di van rojên dawî de ji aliyê nijadperest û şovenîstên ku qaşo ji xwe re neteweperwer û rojnamevan dibêjin, di şexsê Şêx Seîd û rêhevalên wî de li nirxên Gelê Kurd zimandirêjiyan dikin. Em êrîşên nijadperest û şovenîstan ên di şexsê Şêx Seîd û rêhevalên wî yên ku tekoşîna heq ajotine tu caran qebûl nakin. Di civaka me de ku bûye sedema hêrseke mezin û gelek eşkere ye ku vê feraset û nêzîkatiya şoven bûye hegera hemû nebaşî û pevçûna sedsalî. Bila her kes hed û hesabên xwe li gorî vê bike. Em wan vedixwînin rêzdariya ji nirx û hesasiyetên gelê xwe re.
Em wekî pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, di vê erdnîgariyê de ji bo aştî, wekhevî, demokrasî, dad û azadî, demokrasî û pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser bibe têdikoşin. Di heman demê de em li nirx û rûmetên gelê Kurd jî xwedî derdikevin.”
Berîya daxuyanîyê berpirsên polêsan, bi egera ku hejmara girseyê zêde ye nexwestin destûrê bidin daxuyanîyê lê belê piştî dan û stendina navbera aliyan, daxuyanî hat dayîn.
Piştî derkete holê ku navê Pêşeng û Serhildêrê Kurd ê dîrokî Şêx Seîd li Kolaneke Amedê hatiye kirin, li dijî Şêx Seîd êrîşên devdirêjî yên nijadperestî zêde bûn. Piştî van êrîşan di nav qada siyasî û civakî ya bajarên Bakurê Kurdistanê de bayeke bertekdayînê rabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin