Seîd Hesen ê PKK ê: Serê me yê mezin yê li dijî Pêsmerge ye
PeyamaKurd – Rêvebirê PKK ê yê Şengalê Seîd Hesen di televîzyona Nuri Maliki de axifî û got şerê wan yê herî mezin yê li dijî Pêşmerge ye. Seîd Hesen di televîzyonê de ragihand ku divê deverên dikeve xala 140 ê, ji Pêşmerge û DEAŞ ê bên safîkirin. Dema deverê ji Pêşmerge û DEAŞ ê safî bikin, dixwazin hevkarên wan Haşdî Şabî û bi taybetî Esaîbî Ehlî Heq be. Hesen weha got:
“Wê şerê me yê mezin bi Pêşmerge re be ji ber Pêşmerge ne amade ye van deveran terk bike. Dixwazin van herêman îşxal bikin û derbasî ser Herêma Kurdistanê bikin.”
Seîd Hesen li Şengalê li gundê Zumarê dimîne û ji eşîra Hebaba ye. Gelek caran beyanên li dijî Herêma Kurdistanê daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin