Netanyahû û Blînken civiyan: Wê helwesta dijî Hamasê wekî ya DAISê be!

12 October 2023 20:08 0 dîtin
Netanyahû û Blînken civiyan: Wê helwesta dijî Hamasê wekî ya DAISê be!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blînken piştî hevdîtinê, civîneke hevbeş a rojnamevanî li Tel Avîvê saz kirin.

Blînken pişgiriya xurt a Amerîkayê bo Îsraîlê dubare kir û got: "Ez îro ne tenê wekî Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha wekî Cihûyekî li vê derê me. Min peameke zelal ji Îsraîlê re aniye. Hûn bi qasî bikarin xwe biparêzin dikarin bihêz bin. Lê belê heta ku Amerîka hebe, hûnê neçarî vê nebin. Çimkî em ê tim li kêleka we bin.”

Blînken kêfxweşiya xwe ya bo avakirina hikûmeta bilez a şer li Îsraîlê anî ziman û diyar kir, kongreya Amerîka piştgiriyeke xurt dide hikûmeta Îsraîlê.

Blinken, herwiha hişyarî da welatên ku êrîşa Hamasê derfet bizanin û êrîşî Îsraîlê bikin û got, “Vê nekin, li pişta Îsraîlê Amerîka heye.”

Benyamîn Netanyahû jî spasiya Serokê Amerîka Joe Biden û gelê Amerîkayê ji bo piştevaniya Îsraîlê kir û bang li welatan kir, lîderekî ti welatan bi Hamasê re hevdîtinan neke û yên alîkariya Hamasê bikin jî dorpêç li ser wan bên sepandin.

Netanyahû diyar kir, “Êdî wê helwesta dijî Hamasê jî wekî ya DAIŞê be û wisa mamele bi wan bê kirin. Divê civaka navdewletî wan qebûlî nav xwe neke.”