Blînken û Fîdan li Riyadê li ser agirbesta Xezeyê civiyan

29 April 2024 19:07 0 dîtin
Blînken û Fîdan li Riyadê li ser agirbesta Xezeyê civiyan

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê ku civîna li ser Xezeyê tê lidarxistin, civiyan.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandiye ku di civîna Fîdan û Blinken de, mijara agirbestê bo Xezeyê hatiye gotûbêjkirin û ji Blînken hatiye xwestin ji bo agirbesta mayînde û gihandina alîkariyên mirovî bo Xezeyê fişarê li ser Îsraîlê bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Riyadê di civîna Koma Temasê ya bo Xezeyê de ku girêdayî Rêxistina Hevkariya Îslamî ye jî bang li civaka navneteweyî hatibû kirin, dorpêçên bi bandor li ser Îsraîlê bên sepandin û nehêlin operasyona li ser bajarê Refahê bê kirin.